Serokkomarê Îraqê: Ji bo baştirkirina xizmetguzariyan planeke hikûmetê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê diyar kir ku divê hemû alî û her du hikûmet hewl bidin ku ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê biparêzin.
3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê dest pê kir.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd di vekirina lûtkeyê de axivî û got:
“Erkekî mezin li ser milên me ye ku em tenduristiya gelên Îraq û Herêma Kurdistanê baştir bikin.”
Letîf Reşîd behsa giringiya Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê kir û got ku “ji sibe ve” ji bo baştirkirina rewşa tenduristiyê ya xelkên Îraq û Herêma Kurdistanê ew dê hevkariya aliyên pêwendîdar bikin.
Li gorî Serokkomarê Îraqê piraniya nexweşiyan ji ber bandora jîngehê belav dibin û “dema jîngeheke saxlem nebe, mirov jî nikarin tendurist bijîn.”
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd herwiha got:
“Hikûmet niha tekezî li ser bihêzkirina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dike û em berdewam hewl didin ewlehî û aramiya Îraqê biparêzin.”
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd da zanîn:
“Hikûmet ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û başkirina tiştên ku ji ber qirêjiya jîngehê zerer dîtine xwedî planeke demdirêj e.”
Lûtkeya Tenduristiyê ya #Kurdistan'ê bi amadebûna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û hevjîna wî Şanaz Îbrahîm Ehmed li Zanîngeha Silêmaniyê dest pê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 2, 2024
Parastina tenduristiya gel û pêşîlêgirtina guherîna avhewayê mijarên sereke yên lûtkeyê ne
📸 Bilind T. Abdullah - Rûdaw pic.twitter.com/CzV3k1fkSt
Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê li kampusa nû bi beşdariya pisporên ji 38 welatan, 14 rêxistinên navneteweyî û 25 zanîngehên navxwe û navneteweyî tê lidarxistin û dê 3 rojan berdewam bike.
Di lûtkeyê de dê tenduristiya giştî û guherîna avhewayê werin gotûbêjkirin û kompanyayên sektora tenduristiyê û perwerdeya bilind dê beşdarî lûtkeyê bibin.