WAN – Li aliyekî berf e, li aliyekî bihar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Wana Bakurê Kurdistanê di heman demê de du demsal hene.

Li aliyekî Wanê bihar e. Nêrgiz, sosin û beybûnan deşt û zozan xemilandine.

Lê li aliyê din bi metreyan berf heye û sir, serma û seqem e.

Kesên bi navê Salîh Kaplan got:

“Weke tê dîtin li aliyê rastê berfeke zêde heye lê li aliyê min ê çepê havîn hatiye.

Li deverên xwarê dema çêrandina heywanan dest pê kiriye.”

Li navçeya Şaxê ajeldar ajelên xwe li mêrg û zozanan diçerînin.

Lê li Miksa ku tenê 16 kîlometreyan jê dûr e ji ber dirêjbûna zivistanê ajel di axûran de ne û bi êm û kayê tên xwedîkirin.

“Niha meha pêncan e û em êm didin ajelan”

Ajeldar Turan Kaya wiha behsa hewaya sar a Miksê kir:

“Niha meha pêncan e û em êm didin ajelan. Berx nikarin derkevin.

Mih dê çend roj din derkevin lê berxik dê careke din di axuran de bimînin heta ku giya şîn bibe.

Hewa sar e û dema serma hebe keskahî jî şîn nabe.”

Li Miksê ji ber berfa zêde û hatina aşûtan beşeke rêyan jî hîn girtî ne.

Wan hem bi bihara xwe ya xweş û rengîn û hem jî bi zivistana xwe ya zehmet û dijwar li benda geştyaran e.