Serok Barzanî: Pêşinyar dikim navendek bo şopandina karûbarên Feyliyan bê avakirin

02-05-2023
RÛDAW
Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî îro 2yê Gulanê li Hewlêrê li salona Seid Ebdullah destpê kir
Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî îro 2yê Gulanê li Hewlêrê li salona Seid Ebdullah destpê kir
Nîşan Serok Barzanî Jenosîda Kurdên Feylî Kurdên Feylî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî ragihand ku divê hemû qurbaniyên jenosîdê li Kurdistanê û bi taybet Kurdên Feylî, bên qerebûkirin û got: “Ez pêşinyar dikim navendek bê çêkirin li Hewlêrê bo şopandina hemû karûbarên Feyliyan û bibe wek lêvegerekê ji bo wan."

Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî îro 2yê Gulanê li Hewlêrê li salona Seid Ebdullah destpê kir û biryar e heta 4ê Gulana 2023an berdewam bike.

Di konferansê de qonax, encam û hemû aliyên jenosîda ku ji aliyê rejima berê ya Iraqê di sedsala bihorî de li dijî Kurdên Feylî hatin kirin, tên nîqaşkirin.

Di yekemîn roja konferansê de Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên hikûmetê, serkirdeyên partiyan, lêkolînerên navxweyî û biyanî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê amade bûn.

Serok Mesûd Barzanî di konferansê de bal kişand li ser wê yekê ku Kurdên Feylî beşeke gelê Kurd e û li hember hemû hewlên jinavbirina wan di dema borî de bergiriyê li çand û nasnameya xwe dikin û got: “Kurdên Feylî bi dilsozî ji bo Kurdistanê xebat kirine.”

Barzanî diyar kir ku Kurdên Feylî di damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de roleke sereke lîstin û got, di dema şoreşa Îlonê de wan di asteke bilind de beşdarî kirin.

Barzanî destnîşan kir ku Kurdên Feylî bi neheqî ji warê xwe hatine derxistin û heta niha çarenivîsa bi hezaran Kurdên Feylî nayê zanîn.

Serok Barzanî da zanîn ku 12 hezar Kurdên Feylî şehîd bûne û wiha got: “Karesat û jenosîda Kurdên Feylî xelekek ji risteyek tawanên ku dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Me hemûyan jî karesat û jenosîda dijî Êzdiyan hat kirin dît ku di ser hemû xeyalan re bû. Gelê me dê van tawanan ji bîr neke, lê xwe berz ragirt dema derfet jê re hat lê tol hilneda û dê tolê hilnede jî, lê dê van tawanan ji bîr neke.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Barzanî amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurd her tim efû û lihevkirin hilbijartiye û got: “Gelî xwişk û birayan, gotar û gotin têr nakin, lê divê em li hemû rêyan bigerin daku tawanên wiha di siberojê de dubare nebin. Derbarê hemû qurbaniyên jenosîdê de li Kurdistanê û bi taybet Kurdên Feylî, divê ew bên qerebûkirin, qerebûyeke dadmendane di warê madî û manewî de, û hemû mafên wan li wan bên vegerandin. Û li vir, ez pêşinyar dikim navendek bê çêkirin li Hewlêrê bo şopandina hemû karûbarên Feyliyan û bibe wek lêvegerekê ji bo Feyliyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst