Li Hewlêrê konferansa zanistî li ser 'Jenosîda Kurdên Feylî' hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa navneteweyî ya bi navê “Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî” ku behsa qonax, encam û hemû aliyên jenosîda sedsala borî ya li Iraqê li dijî Kurdên Feylî dike, dest pê kir û berpirs û lêkolînerên biyanî beşdarî konferansê dibin.

Îro li Hewlêrê Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser “Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî” dest pê kir.

Konferans dê ji 2 heta 4ê Gulana 2023an li salona Seid Ebdullah berdewam bike û dê di konferansê de qonax, encam û hemû aliyên jenosîda ku ji aliyê rejima berê ya Iraqê di sedsala bihorî de li dijî Kurdên Feylî hatin kirin, bêne nîqaşkirin.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên hikûmetê, serkirdeyên partiyan, lêkolînerên navxweyî û biyanî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî di yekemîn roja konferansê de amade ne.

Serokê Komîteya Amadekar a konferansê, Alîkarê Profesor Ebdurehman Derwêş derbarê konferansê de ji Rûdawê re axivî û got, "Ev konferans beşek ji rêze konferansên zanistî ye ku ji bo ronîkirina qirkirinên li ser gelê Kurd tên lidarxistin."

Ebdurehman Derwêş Jenosîda li ser Kurdên Feylî weke "trajediyeke mezin" nirxand û got, “Ji bilî navenda bajarê Bexdayê,  14 bajar û navçeyên Kurdên Feylî ku di nav wan de Bedre, Cesan, Mendelî, Zurbatiye û Beledruz jî hene, hatine wêrankirin.”

Derwêş diyar kir ku ji gelek derdorên akademîk 139 lêkolîn pêşkêşî konferansê hatine kirin û hejmarek ji wan lêkolînan jî dê di konferansê de bên nîqaşkirin.

Her wiha Derwêş diyar kir ku di konferansê de dê hin pêşniyar hebin û encamên wê jî dê raporek bê amadekirin ji bo ku bibe çavkanî li ser jenosîda li ser gelê Kurd û di gelek malper û kovarên zanistî de jî bê weşandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sponsoriya lidarxistina konferansê dike û zanîngehên Selahedîn a Hewlêrê, Soran û Duhokê jî serprieştiya konferansê dikin.

Li gor amarên ne fermî, nêzî 500 hezar Kurdên Feylî li Bexdayê dijîn. Kurdên Feylî di salên bihorî de, him di dema hikûmeta Beisê de û hem jî piştî sala 2003ê rastî gelek zehmetiyan û rewşên xirab hatine. Li gor amarên herî dawî, zêdetir ji 20 hezar Kurdên Feylî di serdema hikûmeta Beis de hatine enfalkirin.

Ji sala 2006an ve jî Kurdên Feylî bi awayekî berdewam gefa terorê li ser wan hebûye, lewra her tim tekezî li ser parastina mafên xwe dikin.