Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Almanyayê kir

02-05-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh Duşemê 1ê Gulana 2023 pêşwazî li şandeke Almanyayê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh Duşemê 1ê Gulana 2023 pêşwazî li şandeke Almanyayê kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li şandeke pilebilind a Almanyayê kir û di civînekê de bihêzkirina peywendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û herwiha rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Êvara duh Duşemê 1ê Gulana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Almanyayê kir ku ji Wezîrê Dewleta Almanyayê yê ji bo Hevkarî û Pêşkeftina Aborî Jochen Flasbarth û Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Darayî Werner Gatzer pêkhatibû.

Di civînê de ku Balyozê Almanyayê yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê jî têde amade bûn, pêşxistina peywendiyên Almanyayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û bi giştî rewşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Almanyayê piştgiriya wî welatî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser xwesteka Almanyayê ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de ji ber piştgirî û alîkariyên bo Kurdistanê spasiya gel, hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir û tekez kir, Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de peywendiyên xwe yên bi Almanyayê re pêşbixe.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye ji bo hilberînerên Almanyayê û sektora taybet hemû asankariyan bike.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, mijarên wek bandora guherîna avhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û mijarên din ên ku bo her du aliyan giring in, di civînê de hatin nîqaşkirin.

Herwiha di beşekî civînê de Balyozê Almanyayê yê li Iraqê xatirê xwe xwet ku biryar e di demeke nêzkî de erkî wî yê li Iraqê bi dawî bibe û Nêçîrvan Barzanî jê re hêviya serkeftinê di erkê nû de kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst