‘Tarzanê Kurdistanê’ ev 5 sal in li daristanê dijî

Duhok (Rûdaw) – Umran Selîm ê 28 salî ango “Tarzanê Kurdistanê” li navçeya Akreyê ev 5 sal in bi tenê li Daristana Dînarteyê dijî û bi çerm, hirîya pez û pirtikên çûk û kevilên ajelan ve dipêçe û bi goşt û giyayên daristanê dixwe.

Umran Selîm ê sirûşthez ku weke Tarazan e, hez dike weke di serdema keviran de ye bijî. Wî şêwazekê jiyankirina temam cuda ji mirovên asayî heye û zêdeyî 5 salan e li daristanê dijî tenê bo xewê di diçe. Ew gelek caran şîr vedixwe û goştê xav dixwe.

Sirûşthez Umran Selîm dibêje: “Bi rastî ez ligel sirûştê me, niyeta min ew nîne ku ez balindeyekî yan giyanewerekî bi bikujim, lê li gor pêwîstiya xwe ka çend divêt heta pê têr bibim her hindê, vêca çi kulî bin an mar bin an beq bin xwe bi têr dikim.”

Umran ji ber ku her ji biçûkatiya xwe xwe şivan bûye hezeke wî bo sirûştiyê heye. Cil û bergên xwe ji çerm û muyê biznan çê kiriye. Piranî dema xwe bi werzişkirnê derbas dike.

Umran Selîm herwiha dibêje: “Armanca min ew nîne ku bên nav daristanê û xwe ji xelkê dûr bikin. Armnaca min ew e ku şêwaza jiyanî berê nîşanê xelkê bidim û min divê beşdarî fîlmekê bikim û vê rolê tê de bilehîzim.”

Wî heta niha jî jiyana hevjiniyê pêk nehaniye û derçûuî Peymangeghe Kargêriya Gumrîkê ye. Biryar e ew e ku heta emrê wî hebe bi vê şêwazê jiyana xwe berdewam bike.