Li Meletiyê erdhej

02-05-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê erdhejekê bi hêza 4.4 pileyê rîxter îro parêzgeha Meletiyê hejand.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro erdhejekê parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê hejandiye.

Li gor AFADê, erdhej îro Sêşemê di demjimêr 00:35 de li navçeya Şîro ya Meletiyê çêbûye.

AFADê ragihandiye, erdhej di kûrahiya 5.44 kîlometriya binê erdê de çêbûye.

Li aliyekê din, Resedxaneya Kandîllî ya ser bi Zanîngeha Bogaziçî ya Stenbolê ve ragihandiye, erdhej li parêzgeha Semsûrê û navenda wê li navçeya Sincikê bûye.

Li gor Resedxaneya Kandîlliyê jî hêza erdhejê 4.4 pileyê rîxter û di kûrahiya 5 kîlometriyê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal ku navendên wê li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bûn û bandor li 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, erdhejên paşekî li herêmê berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst