Li 9 gundên Nisêbînê qedexe hat rakirin

02-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Nisêbîn Qedexe Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Mêrdînê ragihand, qedexeya li 9 gundan ku bi armanca operasyonê hatibû ragihandin, ji demjimêr 09:30 ve hatiye rakirin. Lê li gor çavkaniyên xwecihî, tevgera leşkerî li deverê berdewam e.

Li 9 gundên navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û bi hinceta PKKê operasyon hatibû destpêkirin.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand, li herêmên bejahî yên Nisêbînê tê nirxandin ku rêvebirên pile bilind ê PKKê hene û bi armanca jinavbirina endamên rêxistinê, hevkarên wan û stargeh, penageh û depoyên wan operasyon hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya biryara operasyonê de ji 2ê Gulanê demjimêr 04:00 heta bi dawîbûne operasyonê li gundên Qudbê, Efşê, Mişawil, Fiskîn, Berhokê, Geliyê Sora, Bahmînin, Sêderî û Şekrîn biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin. Biryar dê heta fermana rakirina qedexeyê berdewam be.

Lê piştî bi çend demjimêran, Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke duyem ragihand ku qedexe ji demjimêr 09:30 ve hatiye rakirin. Li gor çavkaniyên xwecihî, tevgera leşkerî li deverê berdewam e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst