Rêveberiya Xweser peymana civakî amade kiriye

02-05-2022
RÛDAW
Rêveberiya Xweser peymana civakî amade kiriye
Rêveberiya Xweser peymana civakî amade kiriye
Nîşan Rêveberiya Xweser Peymana Civakî ENKS Mihemed Îsa Newaf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî amadekirina reşnivîsa Peymana Girêbesta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Biçûk a Nivîsandina Peymana Civakî bi sazî û aliyê cuda yên Rêveberiya Xweser re, civînan lidar dixe, ji bo ku nerînên wan derbarê wê reşnivîsê gotûbêj bike.

Endamekî Komîteya Peymana Civakî ji Rûdawê re behsa wê reşnivîsê dike û nîşanê ib wê yekê dide ku hilbijartin wê bêne kirin.

Sekreterê Partiya Komarî ya Kurdistanê û Endamê Komîteya Peymana Civakî Mihemed Îsa dibêje “Bi rastî em gelek dereng ketin, ew ji ji ber ku me dixwest em bibêjin hevdîtina Kurdî-Kurdî bi ENKSê re. Lê sal û nîvek e heta niha me tiştek bi ser nexistiye. Êdî gelê me nikare li benda van gotinan bimînin.”

Li beramber nerîna beşdarbûyên di Rêveberiya Xweser de jî, aliyên din ên siyasî, bi taybetî Encûmena Niştimanî ya Kurdî nerîn û têbîniyên wan hene.

Endamê nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd got “Têbîniyên me gelek hene. Yek ji wan divê destûrek bê danîn ku herkes qebûl bike. Di qonaxa çûyî de ev destûra ku hebû û îro tê tedîl bikî, hinek tiştan jê rabikî, hinek tiştan jî derbas bikî divê raya xelkê tê de hebe.”

Peymana Civakî ji 99 madeyan pêk tê û biryar e piştre, ew komîte, di raporeke hûr de, hemû hûrbîniyan pêşkêşî Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser bike.

Peymana Civakî weke destûra herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriê tê hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst