Jiyana Lutfî Baksî û bîranînên efserekî Tirkiyê li ser Barzaniyê Nemir

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û lêkolînerê Kurd Lutfî Baksî ku yek ji kesayetên diyar ê Bakurê Kurdistanê ye û xwediyê arşîveke mezin e derbarê Kurdan de, di beşa yekem a bernameya Pencemor a Rûdaw TVyê de bi dûr û dirêjî behsa dîroka binemala xwe, xebat û karîgeriya wê malbatê, xebatên ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, bîranên efserekî artêşa Tirkiyê li ser derbasbûna Mela Mistefa Barzanî bi rêya Şemzînanê bo Rûsyayê dike.

Lutfî Baksî derbarê binemala xwe de dibêje, “Malbata min û dewlet her tim li dijî hev bûn, me ti caran Komar wek rewa qebûl nekiriye û me ti caran dev ji medreseyên xwe bernedaye. Zimanê Kurdî her tim serdest bûye.”

Li ser çepgiriya li Tirkiyê û hebûna hejmareke zêde ya Kurdan di nav wan partiyan de ji berê heta niha, Baksî dibêje, bawerî bi hatina sîstema Sosyalîzmê û gihiştina bi mafan hebû, lê bibîr dixe ku dema wan behsa Kurd û Kurdistanê dikir, ew bi “perçekirina welat” dihatin tometbarkirin ji aliyê çepgirên Tirk ve û diyar dike ku piştî vê helwestê, Kurdan biryar da rêxistina xwe ya serbixwe ava bikin.

Li ser derbasbûna Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên li gel bi rêya Şemzînanê bo Rûsyayê û alîkariya rêxistinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, Lutfî Baksî behsa bîranên efserekî Kurd ê di nav artêşa Tirkiyê ya wê demê de dike ku li Şemzînanê erkdar bûye û behsa wê dike ka Barzaniyê Nemir çawa hat û derbas bû û xwedî rol û bandoreke çiqas girîng bû!

Lutfî Baksî sala 1943an li Hezoya Êlihê di binemaleke oldar de ji dayîk bûye. Baksî sala 1966an Peymangeha Mamosteyan temam kir û li gundekî ser bi Wanê ve mamostetî kir. Ji ber rewşa siyasî ya Tirkiyê 1980an dest ji mamostetiyê berda.

Lutfî Baksî wan demên ku mamoste bû têkelî siyasetê bû û bi rêya Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) dirêjî bi xebatên xwe da. Sala 1967 Doktor Şivan û Seîd Elçî nas kirin ku du rêberên tevgera Kurdî bûn. 1971an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û tevlî nav grûpa Doktor Şivan bû.

Baksî sala 1978an peywendî bi Partiya Demokrata Kurdistanê û KUKê kir û beşdarî çalakiyên wan bû û 1979an bo demek kurt hat desteserkirin.

 

 

Ew siyasetmedarê Kurd sala 1980an çû Swêdê û bû penaber. 1981an beşdarî di damezrandina Federasyona Komeleyên Kurdistanê de kir û demeke dirêj wek mamosteyê zimanê Kurdî kar kir. Endamê grûpa Kurmancî bû ku ser bi Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû.

Piştî salên 2000 hewlên avakirina çend partiyên Kurdî da li Tirkiyê, lê ew hewl bi ser neketin. Lutfî Baksî xwediyê arşîveke mezin e ku bi sedan pirtûk û kovarên bi zimanên cuda derbarê Kurdan de li xwe digire. Baksî niha li Stockholmê dijî.