Konsulxaneya Amerîkayê derbarê êrişa li ser Pêşmerge daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand ku ew pabend dibin bi rawestana li gel Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo bidawîkirina DAIŞê.

Konsulxaneya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û serxweşî arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan Pêşmergeyan kirin ku di êrişa Pirdê de şehîd bûn.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de tekezî li ser “têkbirina DAIŞê bi temamî” tê kirin û tê diyarkirin ku ew dê berdewam bin li ser rawestana li gel Pêşmerge û hêzên din ên ewlekarî yên Iraqê.

Demjimêr 12.30 şeva roja 1ê vê mehê, li nêzikî gundê Qayebaşî li Pirdê, çekdarên DAIŞê êrişî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket.

Di encama wê êrişa DAIŞê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Piştî wê êrişê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hikûmeta federalî ya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir bo ku hêzeke hevbeş li navçeyên nakokî li ser, bê avakirin bo rêgirtina êrişan û zêdetir bihêzbûna DAIŞê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser êrişê ragihand, DAIŞ mijûlî xwebirêxistinkirinê ye û hê jî metirsiyeke rasteqîne ye, taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.