Balafirên Tirkiyê sînorê Kanî Masê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Tirkiyê sînorê gundên Hirûrê, Kêste û Çelkê li sînorê nahieyya Kanî Masê bombebaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, şeva borî balafirên Tirkiyê sînorê gundên Hirûrî, Kêste û Çelkê li sînorê nahiyeya Kanîmasê bombebaran kir.

Serbest Sebrî got jî, ti ziyanên canî yê bombebaranê nebû lê tirs li cem xelkê çêbûye û xelkê navçeyê di nearamiyê de dijîn.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Herevaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana navenda Operasyonan li parêzgeha Şirnexê kir ku operasyonên Tirkiyê yê li nava axa başûrê Kurdistanê birêve dibe.