Civînên ENKS û PYDê yên rasterast dest pê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gelek nakokî û nexweşiyan, hevdîtinên rasterast di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de li navendeke leşkerî li Hesekê destpê kirin.

Heta niha PYDê û ENKSê 4 caran civiyane û di wan civînan de li ser çend xalan li hev kirine. Di derbarê wan hevdîtinan de Medyaya Amerîka dinivisîne, ku ji destpêka nîsanê û heta niha, ENKSê û PYDê bi amadebûna Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê William Roebuck û fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî li navendeke Amerîkî li başûrê Hesekê 4 caran bi awayekî rasterast civiyane û encamên civînan jî gelekî baş bûne.

Xalên sereke ku ENKSê û PYDê li ser li hev kirine, wiha ne: Sûriyê welatekî îtîhadî, demokrat û hemreng be, rêjîma niha rêjîmeke stemkar e û tûndûtîjiyê bikar tîne. Herweha lihev kirin, ku navçeyê Kurdî ji aliyê siyasî û cografî ve yekgirtî bin.

Li gor medyaya Amerîkî, di civînê de herdu aliyan tekez kirine, ku divê pêwendiyên erênî ligel welatên cîran hebin û krîza Sûriyê li gor biryara 22.54 were çareserkirin.

Mafê Kurdan jî yên neteweyî, çandî û siyasî di çarçoveya destûrê de were naskirin û koçber jî vegerin malên xwe.

Ev danûstandin bi navbeynkariya Amerîka û piştgîriya Başûrê Kurdistanê têne kirin û 25ê meha borî jî Mazlûm Kobanî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, dibe ku di demeke nêzîk de mizgîniyeke baş bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê.