Sêhra tama qedayifa Amedê çi ye?

02-05-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê rojane 10 ton şîranî tê hilberîn
Li Amedê rojane 10 ton şîranî tê hilberîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Qedayifa hunandî ya Amedê hem li bajarên Kurdan û hem jî li tevahiya Tirkiyeyê markayeke naskirî ye. Ji xeynî Amedê li gelek bajaran jî ev cure qedayîf tê çêkirin lê tama yek ji wan jî nagihije ya Amedê.

Li Amedê rojane 10 ton şîranî tê hilberîn. Pareke girîng a vê şîraniyê jî qedayîfa hunandî ya Amedê ye ku bi destê hosteyên kurdên zaza yên Çewlikê tê çêkirin.

Hosteyê Qefayîfa Amedê Evdila Burutecene, dibêje, “Qefayîfa Amedê bi şiklê xwe hunandî ye. Birme ye. Tama wê bi rastî jî pir xweş e. Ji hewaya vê derê ji ava vê derê ji tama destê hosteyên wê tameke pir xweş dide. Tiştêm em dixin nav hemû bi kalîte ne. Em rûnê malê dixin nav. Yanî nivîşk. Em vî rûnî ji gundan bi awayeke taybet tînin.”

Li Amedê bi sedan şîranîfiroş û hilberînerên şîraniyê hene. Lê Sidki Usta navdartirîn hilberîner e. Bav û kalên wan hêj di salên 1800î de li ber destê hosteyên ermen fêrî çêkirina qedayifê bûne.

Xwediyê Şîranîfiroş Sidki Ustayê Mehmet diyar dike, “Bavê min cara yekemîn dikana xwe ya şîraniyan beriya 50 salan li Deriyê Mêrdînê vekir. Paşê li Taxa Ofîsê şaxa duyemîn vekir. Niha tenê li Amedê 7 dikanên me yên qedayîfê hene. Li Enqereyê jî şaxekî me heye.”

Gelek kes sêhra tama bêhempa ya qedayifa Amedê meraq dikin. Lê ji bo kesên bixwazin rêya peydakirina vê tamê ewqas ne zehmet e.

Em qedayîfa xwe dişînin bajarên li derveyî Amedê jî. Hema hema ji çar aliyên Tirkiyeyê ji me qedayîfa hunandî dixwazin. Bi kargo yan jî otobûsan em sîparîşên wan dişînin.

Xwediyê Şîranîfiroş Sidki Usta dibêje, “Bavê min ji me re wesiyet kiriye. Ji me re got çi dibe bila bibe hertim kel û pelên herî bi kalîte bi kar bînin. Arvan, şekir, rûn, fistiq, goz, em hemûyan ên herî bi kalîte dixin nava qedayîfê. Ji ber vê yekê tama Sidki Usta ji yên din pir xweştir e.”

Sidki Usta rojane bi qasî 400 tepsî qedayîf difiroşe. lê di meha Remezanê de firotina vê şîraniya navdar zêdetir dibe. Bi taybetî jî piştî fitarê.

Mehmetxan, Midûrê Sidki Usta, “Di meha rojiya Remezanê de xebata me zêdetir dibe. Şîranî di vê mehê de zêdetir tê firotin. Xelkê me piştî fitariyê ji xwarina şîraniyê pir hez dike. Şîranî wan têr dihêle. Ji ber vê yekê piştî fitarê muheqeq şîraniyê dixwin.”

Ji bajarên Stenbol û Îzmîrê heta Ewropayê kirîgerên vê qedayîfê hene. Bi taybetî jî kirîgerên navdar. Siyasetmedar, nivîskar û werzişvanên herî navdar jî tamkirina vê şîraniya bi nav û deng  ji bîr nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst