Li Agiriyê şerê zabita û firoşkaran: 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê şer di navbera firoşkar û zabiteyan de şer derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li navçeya Bazîd a Agiriya Bakurê Kurdistanê, piştî ku tîmên zabita firoşkarên li kolana Tuhafiyeciler hişyar kirin ku biçin bo bazarê, nîqaş di navbera wan de derket.

Lêbelê ew nîqaşa di navbera aliyan de veguherî şer û tîmên zabita û firoşkaran êrişî dar û keviran êrişî hev kirin.

Di encama wî şerî de 3 karmendên zabita û 4 firoşkar birîndar bûn.