Festîvala Werzîşa Xweza û Geşta ya Wênekeşiyê ya Çelê dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Wezîşa Xweza û Geşta ya Wênekeşiyê ya Çelê îro dest pê dike.
Li navçeyê di çarçoveya mihrîcanê da çalakiyên paraşuta berpal, çiyagerî, raftîng, paîntball, trekkîng û paîntballê wê bên kirin.
Ji bo mihrîcanê gelek wênekêş û çiyager çûn navçeya Çelê ya Colemêrgê. Ji ber zedûbûna mêvana li otel û pansiyonên navçeyê cih nema.
Qaymeqam Temel Ayca diyar kir ku wan ji ber eleqeya welatiyan a par ji bo îsal jî festîval bê kirin biryar dane.
Ayca got ku hemû amadehî hatine temamkirin û wiha pê de çû: "Festîvala me dê 4 rojan dewam bike. Ji 300î zêde wênekêş û qasî 700î werzişkar dê beşdarî çalakiyan bibin. Bi mêvanan ev reqem wê derkeve hezar û 500 kesî. Di dîroka Çelê de cara ewil e qerebalixe wiha dê çêbe."