Festîvala Werzîşa Xweza û Geşta ya Wênekeşiyê ya Çelê dest pê dike

02-05-2019
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Çelê Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Wezîşa Xweza û Geşta ya Wênekeşiyê ya Çelê îro dest pê dike. 

 

Li navçeyê di çarçoveya mihrîcanê da çalakiyên paraşuta berpal, çiyagerî, raftîng, paîntball, trekkîng û paîntballê wê bên kirin. 

 

Ji bo mihrîcanê gelek wênekêş û çiyager çûn navçeya Çelê ya Colemêrgê. Ji ber zedûbûna mêvana li otel û pansiyonên navçeyê cih nema. 

 

Qaymeqam Temel Ayca diyar kir ku wan ji ber eleqeya welatiyan a par ji bo îsal jî festîval bê kirin biryar dane. 

 

Ayca got ku hemû amadehî hatine temamkirin û wiha pê de çû: "Festîvala me dê 4 rojan dewam bike. Ji 300î zêde wênekêş û qasî 700î werzişkar dê beşdarî çalakiyan bibin. Bi mêvanan ev reqem wê derkeve hezar û 500 kesî. Di dîroka Çelê de cara ewil e qerebalixe wiha dê çêbe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst