Asayişa Kerkûkê armanca kuştina Mihemed Yûnis diyar dike

02-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Asayişa Kerkûkê ragihand ku armanca bi kuştina Cîgirê Rêveberê Şirketa Gaza Bakur Mihemed Yûnis têk dana ewlekariyê wî bajarî ye.

 

Îro roja Duşemê seat 08.30ê hin kesên çekdar ên nenas, êrişî Cîgirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakûr ya li Kerkûkê Mihemed Yûnis kirin û di encama êrişê de Mihemed Yunis li gel karmendekî şirketê hatin kuştin.

 

Berdevkê Asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî di civîneke çapemniyê de ragihand ku lêkolînê derbarê êrişa li ser Cîgirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakûr ya li Kerkûkê Mihemed Yûnis de berdewam e lê heta ew negihêjin encamê nikarin tiştekê bibêjin.

 

Ferhad Heme Elî diyar kir ku destek heye li pişt kuştina karmendê hikûmeta Iraqê û armanca wan jî wê yekê ew e ku ewlekariya bajarê Kerkûkê têk bidin.

 

Elî herwiha Elî da zanîn ku derbarê bûyerê de heta niha çend gumanbar jî hatine desteserkirin.

 

Cîgirê Rêveberê Şirketa Gaza Bakur Mihmed Yûnis Salih îro dema diçû ser karê xwe li nêzîk rêbenda 1ê Hezîranê êrişa çekdarî hat û ligel karmandê şirketê yê bi navê Şaho Ebdulselam jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst