VÎDEO /ROJAVA - Di nav şer û aloziyan de seyran û stran

Hewlêr (Rûdaw) - Şer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelek tişt, gelek kes bêdeng kirin, lê nekarî dengê kemançê û hozan û stranbêjan bêdeng bike.

 

Şerê ku ew çend salin li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewame,  gelek mal wêran kirin, gelek zarok sêwî hiştin, gelek dîwar hilweşandin, lê nikaribû dengê stranbêjên Eyndîwerê bêdeng bike.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê di dema buharê de, derdikevin seyranan û şahî û ahengan li dar dixin.

 

Hejmarek hemwelatiyên Qamişlo li ber çemê Dicle, li gundê Indîwerê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kirin.