CELEWLA- Bombek bi hêzên asayişê de teqiya

Celewla (Rûdaw)- Bombeke çandî li nahyeya Celewlayê ya navçeya Xanqînê bi hejmareke hêzên asayişê de teqiya û di encamê de çend kes birîndar bûn.

Berpirsê Komîteya Celewlayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Xelîl Xudadad ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê sibehê di dema pişkinînê de, hêzên asayişê bo paqijkirina taxa Tibicê ya Celewlayê, bombek bi wan de teqiya û di encamê de efserek û 3 karmendên asayişê birîndar bûn.”

Derbarê rewşa birîndaran, Xelîl Wudadad wiha got: “Birîndar bo nexweşxaneya bajarokê Kelarê yê Silêmaniyê hatin rakirin û niha tên dermankirin û li gorî raportan rewşa wan niha baş e.”