Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir, rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî qebûl bike.

Konferansa nûavakirina Kobanî îro li bajarê Amedê dest pê kir.

Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle di konferansê de axivî û ragihand, divê hemû hêz û aliyek tevlî avakirina Kobanî bibin.

 Dîcle bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, bi fermî qebûl bike.

Konferans didome…