13 Rêxistin li dijî YPG bûn yek

02-05-2015
Eskender Ceiferî
Nîşan Şêx Meqsûd YPG Cebhe Şamiyê
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina jineke koçber li taxa Şêx Meqsûd li Helebê, di navbera YPG û hêzên dijbereya Sûriyê de nakokî derketin.

 

Cebhe Şamiyê li Helebê derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kir û got ku hêzên YPG li Şêx Meqsûd jineke koçber girtine, eşkence li wê kirine û bi zorê ji malê derxistine. Ji ber vê wan biryar stand ku hêzên xwe ji yekîneya hevbeş a bi YPGê re vekişînin û pêwendiyan bi YPG re qut bikin.

 

Herwiha debarê heman mijarê de, îro jî 13 komên hêzên dijberaya li Helebê, daxuyaniyek hevbeş dan û têde gotin ku ji bo ku xelkê ji binpêkariyên YPG û hêzên asayîşê li Helebê biparêzin, wan biryar stand ku bi her awayekî çi aştiyane be çi jî şer be, ewê xelkê wê taxê biparêzin.

 

Di nava wan hêzên li ser daxuyaniya hevbeş ddayîn de, hêzên El-Nusre, Ehrar El-Şam û Cebhe Şamiyê û çend hêzên din jî têde hene.

 

Hêzên Asayîşê li Helebê di vê derbarê de jî daxuyaniyek belav kir û got cîranên wê jina koçber çend caran li cem yekîneya hevbeş ya YPG û hêzên dijbereyê, gilî kiribûn ku ew jin gelek pirsgirêkan bi cîranan re çêdike, ji ber vê jî wan dewriyeke ji asayîşa jin şandin wê malê  û ew jin girtin û radestî yekîneya hevbeş kirin.

 

Asayîşê ragihand yên li jinê dane berpirsên yekîneya hevbeş in û ereb in û biryara girtina wan kesan hatiye dayin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst