Li Rojava xelk ji bo pêşmerge xemgîn e

 

Pirsûs / Kobanî (Rûdaw) – Hat ragihandin xelkê Kobanî ji ber ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bajêr derketin xemgîn e û ji ber ku hêj metirsiya DAIŞê heye jî bifikarin.

 

Rêvebirê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Enter Nehsan ji Rûdawê re diyar kir pêşmerge ji wan re gotiye, 2 meh in Tirkiye rê nade çek û cebilxanê ji bo wan bê.

 

Enter Nehsan wiha got: “Derketina pêşmerge ya ji Kobanî kêmasiyek mezin e. DAIŞ hêj êrişî bajêr dike û hêj çend gundên bajêr di kontrola DAIŞê de ne. Piştî ku pêşmerge ji Kobanî çû, tirs ketiye di nava xelkê bajêr de.”

 

Berpirsê ENKSê: Metirsî didome

 

Berpirsê ENKSê yê Kobanî Mistefa Henifî jî ji Rûdawê re diyar kir li Kobanî xelk ji ber çûyîna pêşmerge xemgîn e û wiha got:

 

“Xelkê Kobanî nedixwest pêşmerje jî bajêr here. Em jî ne li bendê bûn. Çekên giran ên pêşmerge hebûn û zirarên mezin dida DAIŞê. Li Roajvayê Kurdistanê hêj metirsiya DAIŞê heye. Rêxistin hêj ji 3 aliyan ve êrişê Kobanî dike. Divê pêşmerge li Kobanî bimaba û ligel birayên xwe şervanên YPGê şer kiriba.”

 

TEV-DEM hat tawanbar kirin

 

Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muslim Mihemed jî çûyina pêşmerge ya ji Kobanî rojekî dîrokî bû û wiha got:

“Me ne dixwest pêşmerge jî Kobanî here. Li gorî min sedema çûna pêşmerge siyasî bû. TEV-DEM ligel ti kesî nake. Hemû tişte li gorî xwe dike. Xwe nêzîkî yekîtya kurdan nake. Li ti derê cîhanê yek rêvebirî, yek serokatî û yek partî nabe. Li gorî min pêşmerge ji ber helwesta TEV-DEMê ji Kobanî derket.”

 

Mihemed destnîşan kir peşmergeyekê ji wî re wiha gotiye: “Tirkiye rê nadê çek û cebilxanê derbasî Kobanî bibe. Cebilxaneyên me xilas bûn.”

 

Rêveberiya kantonê sipasî kir

 

Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî Brahîm Kurdo jî ji Rûdawê re diyar kir, di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de ti pirsgirêk nebû û 2 meh bûn Tirkiyeyê rê nedida cebilxane derbasî Kobanî bibe.

 

Kurdo anî ziman rola pêşmerge di rizgakirina Kobanî û gundên wê de girîng bû û wiha domand:

 

“Pêşmerge ligel YPGê li dijî DAIŞê baş şer kir. Çekên pêşmerge bibandor bûn. Ez nizanim çima Tirkiyeyê rê neda cebilxane bê. Pêşmerge dema çû çekên xwe jî ligel xwe bir. Di navbera rêveberiya kantonê û pêşmere ti pirsgirêk nebû. Em dîsa sipasiya wan dikin ji bo ku hatin di rizgarkirina Kobanî de alîkariya me kirin.

 

Xelk çi dihizire?

 

Welatiyê Kobanî yê bi navê Brahîm Hiso jî dibêje ew ji bo derketina pêşmege xemgîn in.

 

Hiso wiha got: “Hatina pêşmerge ya Kobanî çi qasî xelk kêfxweş kirî be, derketina wan jî ew qasî xelk xemgîn kir. Pêşmerge li Kobanî yekîtiya kurdan dida xuyandin. Pêşmerge di demeke herî xeter de hat û bajarê me rizgar kir. Em ti caran vê yekê ji bîr nakin.”

 

Welatiyê bi navê Evdo Bozan jî wiha got: “Pêşmerge ji Kobanî çû, ez xwe weke min zarokek windakirî hîs dikim. Xelkê Kobanî nedixwest pêşmerge here. Hebûna wan moral dida me. Me digot birayên me hatine ji bo me şerî dikin û me diparêzin.”

 

4 yekîneyan 6 mehan şer kir

 

4 yekîneyên pêşmerge çûn Kobanî. Yekîneya ewil 28ê Cotmehê bi rêketibû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyarî dabû Hêzên Pêşmerge herin Kobanî şer bikin û Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî pesend kiribû.

 

Beriya pêşmerge tevahiya gundan û  ji sedî 85ê Kobanî DAIŞê kontrol kiribû.

 

26ê Çileya îsal navenda Kobanî hatibû rizgarkirin.