Wezîrê Parastina Kanadayê, Kenney: Dostê kurdan

Hewlêr (Rûdaw) – Bi Serokwezîrê Kanadayê re Wezîrê Parastina wî welatî Jason Kenney jî hatiye Hewlêrê. Kenney dostê kurdan e.

Serokwezîrê Kanadayê Stephen  Harper îro hat Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Başûr ve hat pêşwazîkirin. Bi Harper re Wezîrê Parastina Kanadayê Jason Kenney jî hatiye. Kenney dostekî nêzîkî kurdan e.

Beşek ji jiyan û karên mêvanên Kanadayî yên Hewlêrê ev e:

Jason Kenney: Wezîrê Parastinê yê Kandayê

Wezîrê Parastinê yê Kanadayê, Jason Kenney, sala 1968ê li devera Albertayê ji dayîk bûye û meha Sibata îsal jî bû Wezîrê Parastinê. Jason Kenney, sala 1997ê û di temenê 29 salî de bû endamê parlamentoyê. Kenney ji wê demê ve bi awayekî aktîf di nav siyasetê de cîh digire.

Kenney ji sala 2008ê heta 20013ê bû Wezîrê Koçberan, sala 2006ê jî bû alîkarê Serokwezîr Harper di karûbarên parlamentoyê de. Jason Kenney sala 2013ê bû Wezîrê Kar û Geşedana Civakî jî û niha jî ji bilî wê yekê ku Wezîrê Parastinê ye Wezîrê Karûbarên Pirçandî ye jî.

Kenney yek ji wan rayedarên Kanadayî ye ku di navbera wî û kurdên Kandadyê de pêwendiyeke bihêz heye. gellek caran serdana endam, çalakvan û nûnerên kurdên Kanadayê dike û ji nêzîk ve haydarî rewşa Kurdistanê ye. Jason Kenney meha Adara îsal û di dema ku parlamentoya Kanadayê li ser dirêjkirina heyama operasyonên li dijî DAIŞê biryar dida, bi komek çalakvanên kurd ên Kanadayê re civiya.

Kenney ji aliyê hemû endamên parlamentoyê ve wek çalaktirîn endamê parlamentoyê hat hilbijartin. Hilbijartina Jason Kenney wek Wezîrê Parastinê bi sûda Kurdan e bi taybet di şerê DAIŞê de. Kenney û partiya wî di wê baweriyê de ne ku divê bi şêwazên leşkerî bi DAIŞê re şer bê kirin û hêzên ku şerê DAIŞê jî dikin divê bên çekdarkirin.

Sala 2003ê, Kanada tevlî operasyona rûxandina rêjîma Sedam Husên li Iraqê nebû çimkî wê demê Partiya Lîberal li ser kar bû. Jason Kenney wê demê bi tundî hikûmeta Kanadayê rexne kir ku çima tevlî operasyona Iraqê nebûye. Li gorî wî, Kanadayê bi vê yekê zirar da pêwendiyên xwe û Amerîka.

Dema Adara îsal serbazekî Kanadayê bi xeletî ji aliyê Pêşmerge ve hat kuştin, Wezîr Jason Kenney ji xelkê Kanadayê re got ku ew bûyera ku çêbûye nabe sedema xirabûna pêwendî û hevalbendiya Herêma Kurdistanê û Kanadayê.

 

Stephen Harper: Serokwezîrê Kanadayê

 

Harper, sala 2006ê wek 22emîn serokwezîrê Kanadayê hat hilbijartina û heyama 9 salan li ser wê kursiyê ma, ji ber ku partiya wî, Partiya Konservatîv, di wê heyamê de her dem piraniya dengan bidest xistiye. Harper ku niha di dora sêyemîn a serokwezîriyê de ye, başkirina rewşa aborî ya Kandayê û bihêzkirina warê leşkerî û asayişa welatê xwe daniye pêşiya xwe.

Di wê çarçoveyê de, Stephen  Harper ji destpêka şerê DAIŞê de piştevaniya xwe ji bo şerê li dijî DAIŞê ragihand û welatê xwe tevlî hevpeymaniya li dijî DAIŞê kir. Kanada, yek ji wan welatên cîhanê bû ku beriya gellek welatan di şerê DAIŞê de bi hewara kurdan hat. Bi balafirên kargo yên leşkerî yên Kandayê çek şand Hewlêrê.

Paşê li ser pêşniyara Serokwezîr Harper, Parlamentoya Kandayê, ku piraniya endamên wê ji Partiya Konservatîv in, biryar da 6 balafirên şer ji bo şerê DAIŞê bişîne Iraqê, piştre 69 pisporên leşkerî yên taybet şand Herêma Kurdistanê ji bo ku li devera Mûsilê alîkariya hêzên Pêşmerge bikin.

Di heyama 7 mehên borî de, balafirên şer ên Kandayê bi sedan car êrişî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirin. Meha Adarê, Parlamentoya Kandayê operasyonên leşkerî heta salek din dirêj kir her wiha biryar da êrişên li dijî DAIŞê bên berfirehtirkirin. Di nav çend mehên borî de, pêwendiyên leşkerî û dîplomatîk ên Kanada û Herêma Kurdistanê gellekî pêş ketine.

Wezîrê berê yê Derve yê Kanada û Wezîrê berê yê Parastinê yê wî welatî, ku her du jî endamên partiya Stephen  Harper in, serdana Herêma Kurdistanê kirine û bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne her wiha çûne eniyên şer jî.

Serokwezîrê Kanadayê li ser şikandina DAIŞê rijd e ev jî ji bo kurd pir girîng e çimkî dibe sedema wê ku alîkariyên leşkerî û dîplomatîk ên zêdetir ji bo Kurdistanê dabîn bibin.

Xelkê Kandayê dê Cotmeha îsal biçin ser sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê û serokwezîrekî nû. Partiya Stephen  Harper jî girîngiyeke mezin dide wan hilbijartinan.