Li gor yasayê mafê Barzanî heye dîsa xwe namzet bike
Hewlêr (Rûdaw) - Hevoka (wilayeta yekem) di yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê de bûye cihê nakokiyê, li ser wê yekê ku gelo Barzanî dikare careke din xwe kendîd bike yan na.
Li gor cîgirê serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Hesen Mihemed Sûre, hilbijartina yekem a serokê Herêma Kurdistanê li nav parlamentoyê, wek wilayeta yekem nayê hejmartin û dibêje “Li gor destûrên cîhanê, serokê welat jê re heye ku xwe du caran namzet (kandît) bike û ji bo cara sêyem jê re nîne. Lê ev di yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê de nehatiye.”
Ev demeke yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê bûye cihê gellek danûstandinan û şirovekirin jê re tên kirin, ka gelo li gor wê yasayê, serokê niha yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare xwe careke din kendîd bike yan na.
Madeya 17 ya yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje “Ji derveyî biryara madeya duyem a vê yasayê, serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve bi pirraniya dengên endaman tê hilbijartin ji bo wilayeta yekem.”
Madeya duyem a wê yasayê jî dibêje “Welatiyên Herêma Kurdistanê bi dengdana giştî, nehênî û zindî, serokê Herêma Kurdistanê hildibijêrin.” Herwiha di madeya sêyem de jî hatiye ku “Wilayeta serokê Herêma Kurdistanê ji bo çar salan e û dikare ji bo cara duyem jî bê hilbijartin.”
Cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hesen Mihemed Sûre di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got ku nezelalî di madeya 17an de heye “Pirs ew e ku ev made berê wê li kê ye? Gelo mebesta wê kîjan wilayeta yekem e? Ango ne diyar e ku mebesta wê serokekî herêmê yê taybet e yan berê wê li tevan e bê cudahî. Herwiha ne diyar e ku mebesta wê wilayeta yekem a hemû kendîdan e yan wilayeta yekem a kesekî taybet e, yan wilayeta yekem a hilbijartinê ye. Bi nerîna min behsa wilayeta kesekî taybet nake, çiku kes nizane ne bi nav, ne bi wesf, ne bi demek taybet, ku mebesta wê kî ye? Herwiha nikare mebesta wilayeta yekema hemû kendîdan be, çiku di wê rewşê de jî madeya 17an madeya duyem a wê yasayê tine dike.”
Hesen Sûre behsa gotina (Ji derve) dike, ku di madeya 17an a yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye “Madeya 17an, ji ber ku di bin navê biryara demkî de hatiye, bi awayekî demkî ji bo yek carê rewşa hilbijartinê diguhere, û dibe nav parlamentoyê, bi taybetî ku tê de hatiye: Ji derveyî biryara madeya duyem. Gotina (ji derve) tenê rewşê awarte dike.”
Hesen Sûre zêdetir madeya yasayî berçav dike “Ewa ku wê jî piştrast dike, biryara hejmara 3 ya sala 2005 a parlamentoya Kurdistana Iraqê ye ku di 12.06.2005 de derket û tê de hatiye ku piştî biryara madeya 17an di yasaya hejmar 1 a sala 2005 de parlamentoya Kurdistanê li rûniştina roja 12.06.2005 ev biryarên xwarê dan (Yekem: hilbijartina rêzdar Mesûd Mistefa Barzanî, wek serokê Herêma Kurdistana Iraqê. Duyem: Ev biryar roja 12.06.2005 kar pê dibe û di rojnameya fermî Weqayiê Kurdistan de tê belavkirin).” Lewma “Em dibînin ku di biryarê de nehatiye, ku ev dibe wilayeta yekem a serok Mesûd Barzanî. Ev jî vê yekê teqez dike ku ev hilbijartin hilbijartineke awarte bû, ji derveyî rewşa hilbijartinê, ji biryara madeya duyem, ne li şûna wê.”
Mesûd Barzanî, di 2005 de ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Lê ji bo hilbijartinên 2009 ji aliyê kesên Kurdistanê ve hat hilbijartin. Biryar e jî ku 21ê îlona 2013 hilbijartina parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê pêk bê. Heta niha Barzanî eşkere nekiriye ku gelo carek din xwe kendîd dike yan na. Lê partiya wî dibêje tenê kendîdê me ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî ye.
Lê wezîrê dad ê berê li Herêma Kurdistanê Faroq Cemîl, bi berevajî cîgirê serokê parlamentoyê, dibêje “Yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê zelal e. Rê jî nade Kak Mesûd Barzanî ku carek din Barzanî xwe kendîd bike. Pirsa wilayetê zelal e. Ku behsa wilayetê dibe ew behsa wê dibe ku Barzanî ji parlamentoyê hilbijartiye û ev jî wek wilayeta yekem tê hejmartin.”
Li gor projeya destûra Herêma Kurdistanê, ger ketiba ber referandumê û dengên pêwîst anîba, Barzanî dikarîbû du carên din jî xwe kendîd bike. Lê ew proje ji ber nakokiya siyasî neketiye ber referandumê. Cîgirê serokê parlamentoyê rexneyê li wan aliyan dike ku niha dijî xwekendîkirina Barzanî ne ji bo careke din û dibêje “Wê dema ku destûr hat teqezkirin, ango sala 2009 ku di madeyên 61 û 64 de hatiye ku roja karpêkirina destûra Herêma Kurdistanê serokê Herêma Kurdistanê ji bo du wilayetan tê hilbijartin. Wê demê jî serokê Herêma Kurdistanê ji bo carekê ji aliyê parlamentoyê ve hatibe hilbijartin sala 2005, ger van hemûyan rê dabin wî û kes nebûbe dijî wî ji pêvî çend endamên parlamentoyê, ango ku hemû alî razî bûn ku serokê Herêma Kurdistanê carekê ji aliyê parlamentoyê bê hilbijartin û li gor yasaya hejmar 1 a sala 2005. Du caran jî ji aliyê welatiyan ve bê hilbijartin li gor destûrê ger refrandum li ser pêk bihata, çima wê demê kesî negot sê caran nabe yan ne demokrasî ye. Niha opozisyon nerazî ye, her çiqasî heta demekê berî niha nêrîneke wan a din hebû.”
Bi baweriya Hesen Sûre, li gor yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî jê re heye ku xwe careke din jî kendîd bike “Piştî wilayetên yekem û duyem, li gor biryara madeyên giştî yên vê yasayê hilbijartin jê re tê kirin. Êdî serokê Herêma Kurdistanê carekê li gor biryara awarte ya madeya 17an ku ji biryarên demkî hatiye hilbijartin ji bo wilayeta yekem a hilbijartinê, du caran jî ji aliyê welatiyên Herêma Kurdistanê ve li gor biryara madeyên duyem û sêyem tê hilbijartin. Ji bo wilayeta yekem û duyem a serokê Herêma Kurdistanê, wate hilbijartina sala 2009 û îsal dibin wilayeta yekem û duyem, li gor madeyên duyem û sêyem ku di biryarên giştî de hatine. Ev jî ji bo tevan dirust e. Êdî serok Barzanî mafê wî heye ku li gor madeya sêyem a yasayê, ji aliyê welatiyên Kurdistana Iraqê ve bi dengdana giştî û nehênî û zindî ji bo wilayeta duyem bê hilbijartin.”
Cîgirê serokê parlamentoyê behsa destûrên cîhanê dike û dibêje “Eger vê carê axaftinê li ser çend caran bikim, ew a ku ji madeya sêyem a yasayê hatiye, (Wilayeta serokê Herêmê ji bo 4 salan û dikare ji bo cara duyem jî bê hilbijartin), di vir de em dibînin di demekê de madeya sêyem ji yasayê rê dide serokê Herêma Kurdistanê ku ji aliyê welatiyên Kurdistanê ve ji bo cara duyem bê hilbijartin. Madeyê vekirî dihêle û rê nagire, ku careke din jî bê hilbijartin. Di vir de mebesta danerê yasayê ji wê yekê ew e ku ew madeya vekirî berdaye ne diyar e.”
Lê li gor Faroq Cemîl ew şîroveya cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê ne rast e û dibêje “Baweriya min, bi nêrîna cîgirê serokê parlamentoyê, li ser pirsa hilbijartina Barzanî ji bo careke din, nayê.”