Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê bi bijîşkên Rojavayê Kurdistanê re civiya

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Bijîşkên Kurd Rojavayê Kurdistanê Wes Streeting Mihemed Mistafa Kurds for Labour
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Wes Streeting komeke bijîşkên ji Rojavayê Kurdistanê pêşwazî kir

Wezîrê Brîtanî ku ji Partiya Labour (Kar) e bi rêya Kurds for Labourê li gel hejmarek bijîşkên Kurd kom bû.

Kombûna bijîşkên Kurd bi amadebûna nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yê Britanya Dr. Mihemed Mistafa hat saz kirin.

Piştî kombûnê, Wes di şîvê de mazûvaniya bijîşkên Kurd kir.

Piştî xwarinê Wezirê Brîtanî rewşa sektora tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bijîşkê Kurd wergirt û têbîniyên wan wergirt.

Piştî kombûnê Wes yek bi yek spasiya hemû bijîşkan kir û soz da piştî wergirtina têbîniyên xwe dê careke din bi rêya nûnerîtiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya Brîtanya kombûneke din saz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst