Li Efrînê kar nîne: ‘Dema ku çare nema em çi bikin’

02-04-2025
Solîn Mihemed Emîn
Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Efrîn Derfeta Kar Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Derfetên kar li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kêm bûne, bi taybetî ji bo ciwanên ku vegeriyane malên xwe.

Henanê 23 salî hesinkar e, piştî ku li Heleb, Kobanî û Qamişloyê ma û sê meh in ve vegeriyaye mala xwe lê heta niha kar bi dest neketiye.

Henan Reşîdê hesinkar li ser rewşa dawî got:

“Em çûn Qamişloyê me firin çêdikirin, em hatin vê derê kar nîne, ne wekî berê ye û bi paş de diçe.

Kar nebe em dê li malê rûnin. Gerek çawa derfeta kar peyda bibe?

Mirov dikaneke xwe veke dikare kar bike wê kar hebe lê dikan nebe û mirov li cem xelkê kar bike nabe.”

Rewşa ewlehî û aboriyê li Efrînê bûye sedema bêkariyê û kesên ku vegeriyaye Efrînê kar peyda nakin.

Ferhad gulfiroş e, ji ber nexweşiya dêya xwe berî du salan ji Başûrê Kurdistanê vegeriya malê.

Bi gotina wî, niha xelkê Efrînê kêf û şahiyan nakin lewma gul nayên firotin.

“Dema ku çareya me nema em çi bikin”

Ferhad Menanê gulfiroş jî anî ziman:

“Efrîn jî Kurdistan e, em hewl didin li Efrînê bimînin û ji Efrînê dernekevin.

Dema ku çareya me nema em çi bikin, em berê xwe bidin cihekî jiyana me tê de hebe û rûmeta me tê de hebe.

Em xelkê Efrînê vê dixwazin, dema ku kar hebe helbet rûmeta mirov heye.”

Ji ber metirsiyên ewlehiyê, hejmara ciwanên ku vegeriyane Efrînê gelekî kêm e û piraniya kesên ku vegeriyane bi alîkariya koçberên li Ewropayê debara xwe dikin.

Amarên fermî yên derbarê hejmara bêkaran a li Efrînê nînin û encûmenên xwecihî yên girêdayî Îtilafa Sûriyeyê rê nedidan rêxistinên xwecihî û navneteweyî li ser belgekirin û tomarkirinê kar bikin.

Piraniya bêkaran 15-30 salî ne û rêjeyeke bilind a wan li gundan dijîn ku ji ber astengiyên rêbendên komên çekdar nikaribûn dakevin nava bajêr û bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst