DEM Partî dê li Wanê civîneke awarte li dar bixe

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe dê Lîjneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê li Wanê civîneke awarte li dar bixe.

Bertêkên derbarê biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan berdewam dikin.

Sibe dê Lîjneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê li Wanê bicive.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

Sibe parlamenterên Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Lîjneya Rêveber a DEM Partiyê dê li Wanê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bicivin.

Şandeya DEM Partiyê piştî civînê wê bi dirûşma “Li Îradeya xwe Xwedî Derkeve” bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re beşdarî civîna gel bibe.

CHPyê heyetek erkdar kir

Li aliyê din, piştî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê CHPyê jî heyetek erkdar kir.

Herwiha Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehattîn Demîrtaş derbarê biryara Lîjneya Hilbijartinan a Wanê ya nedana mazbataya Abdullah Zeydan daxuyaniyek belav kir.

Demîrtaş bangî Erdogan kir

Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe de bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got:

"Em ji we wekî Serokomarê welêt hêvî dikin ku dest ji vê însiyatîfa neqanûnî ya ku îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya diyalog û pêbaweriyê de pûç dike rawestînin.

Ez dixwazim ji vir bi rêya we xîtabî birêz Serokkomar bikim. Di şeva hilbijartinê de we diyar kir ku hûn dê rêz li îradeya gel bigirin û we peyam wergirtiye.

Mixabin tişta ku li Wanê qewimî bi peyamên we re hevdu nagirin. Bi vî awayî rêzgirtina li îradeya gel nayê girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst