DEM Partî: Darbeya siyasî didome, gelê me li ser pêyan e

02-04-2024
Nîşan DEM Partî Wan Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser nedana mazbataya Abdullah Zeydan got, “Darbeya siyasî didome. Me îtirazî vê biryarê kir.”

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

“Gelê me li ser pêyan e”

DEM Partiyê got, Em vê biryarê red dikin” û pê de çû:

“Ev biryar, midaxeleya îktîdarê û berdewamiya pêvajoya darbeya siyasî ye.

Biryar bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Wanê hatiye wergirtin ku ew endam berê hatine eyarkirin.

Ev biryareke nehiqûqî, nerewa û nenaskirina îradeya gel e.

Parêzerên me îtîrazên xwe kirin.

Em bangî Lijneya Bilind a Hilbijartinê dikin ku vê bêhiqûqiyê bi dawî bike û îradeya gelê me nas bike.

Partiya me, endamên me û gelê me li ser pêyan e.

Heta ku ev bêqiqûqî naqede jî dê bertekên xwe yên demokratîk bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst