Li Qamişlo û Hesekê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev erdhejekê beşek ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hejand. Li gor agahiyan, erdhejê bajarên Qamişlo û Hesekê li Rojavayê Kurdistanê û navçeya Nisêbînê li  Bakurê Kurdistanê hejandiye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, erdhej îşev dis aet 19:18an de çê bûye û hêza wê 3.8 pileyê Rîxter bûye.

Li gor AFADê erdhej li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê û di kûrahiya 14 kîlometeriyê de çê bûye.

Erdhejê herwiha navçeya Nisêbînê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jî hejandiye.

Resedxaneya Kandili ya girêdayî Zanîngaha Bogazîcî ya Stenbolê jî derbarê erdhejê de ragihandiye, îşev di saet 19:18an de li Sûriyê erdhejek çêbûye.

Li gor Resedxaneya Kandiliyê, hêza erdhejê 4 pileyê Rîxter û di kûrahiya 4.9 kîlometreyan de bûye.

Derbarê zirarên muhtemel ên ji ber erdhejê de hêj ti agahî nehatine belavkirin.