Bav AKPyî, keç di Partiya Kesk a Çep de bû berbijêr

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Zuzan Seven Mehmet Seven Partiya Kesk a Çep AKP Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Zuzan Seven keça karsazê AKPyî Mehmet Seven di partiya Kesk a Çep de serlêdana berendamtiyê kir.

Mehmet Seven bertek nîşanî serlêdana keça xwe da û  anî ziman ku keça wî hatiye"beralîkirin".

Li gorî nûçeya Ferît Aslan a Medyascope, Mehmet Seven bertek nîşanî serlêdana keça xwe ya ji Partiya Kesk a Çep a ji bo berbijêriya parlamenteriyê daye û wi dibêje:

“Wek malbatî ew serîlêdanek e ku malbatê ve bêyî agahdariya me hatî çêkirin. Ev tercîha keça min bi xwe ye. Tekez malbata me girê nade. Nêzikî 20 sal e ez di AKPê de siyasetê dikim. Keça min li Colemêrgê najî. Sosyolojiya herêmê nizane. Em di wê baweriyê de ne ku ji aliyê hinekan ve hatiye beralîkirin. Serlêdana wê di serî de malbata me min pir aciz kiriye.”

Li ser berteka bavê xwe Zuzan Seven jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de got “Bi ya min daxuyaniya bavê min a ji bo çapemeniyê ji pêwistiya nîşandana ku di navbera me de hevpariyeke îdeolojîk û siyasî nîne, derdikeve holê.”

Zuzan Seven ku diyar kir ku ew û malbata wî ji aliyê îdeolojîk ve ji hev cihê bûne û dibêje “Weke kesekî ku ji gelek aliyan ve qîmetê dide saziya malbatê lê hay jê heye ku saziya malbata klasîk bi kodên baviksalariyê yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya subjektîfbûnê ye, bi taybetî ji bo jinan, ez cudabûna siyasî û îdeolojîk a navbera min û malbata xwe ne weke dezavantajekê dibînim, lê ji aliyê xwe ve weke nîşan û avantaja subjektîvasyonê dibînim.”

Zuzan Seven, diyar kir ku ew dê dev ji serlêdana xwe bernede û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiho got “

Ez dixwazim hûn bizanin ku malbata me ji vê avaniya malbatê ya teng pir mezintir e. Di nava vê malbatê de bi mîlyonan kes hene ku ji aliyê sîstemê ve hatine tepisandin. Di vê malbatê de jinên ku li ber xwe didin û dest ji têkoşînê bernadin hene. Di nava vê malbatê de bi deh hezaran xizmên girtiyan ji bo hevdîtinê bi demjimêram li ber girtîgehan dimînin hene.

Helbet piştgiriya bavê min ji bo min bibûyamotîvasyon, lê ji ber ku ez ji vê piştgirîyê bêpar mam, ne mimkûn e ku ez serlêdana xwe ya berendamtiyê paşve bikşînim. Berovajiyê wê ne tenê azadiya min a jinê tawîz dide, di heman demê de wê bi awayekî sembolîk îradeya jinan û gelên bindest bişkîne. Ji ber vê yekê ez dê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê ya ji bo hemû jinên bindest û kedkar û gelan bernedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst