Baroya Amedê: Mafê jiyanê yê Mikail Ekinci hatiye binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê derbarê kuştina welatiyê bi navê Mikail Ekinci de ku li gor îdîayan cendermeyan ligel hişyariyê ranewestiya ye û ji ber wê jî gule lê hatiye reşandin daxuyaniyek da û dibêje: “Kêyfî, nehiqûqî û bêpîvan bikaranîna çekê ya ku mafê jiyanê binpê dike nayê qebûlkirin.”

Baroya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku bûyera li navçeya Çermûgê ya Amedê dişopînin û nabe bi ti hincetekê mafê jiyanê bê binpêkirin û daxwaz kiriye ku lêpirsîneke bilez û bi bandor bê kirin.

Baro di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li seranserê Tirkiyê tê dîtin ku her diçe hêzên emnî sînorê erkê xwe derbas dikin û bûyerên binpêkirina mafê jiyanê û kêfî bikaranîna çekê zêde bûne. Tê dîtin ku hêzên emnî di encama berpirsyartiya gotinên wek “pêşbînî û gumanbar” de mafê jiyanê yên mirovên sivîl binpê dikin.”

Li gor agahiyan li navçeya Çermûgê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh 1ê Nîsana 2023an hêzên emnî li gundê Angacê ji bo Mikail Ekîncî yê 28 salî ku wek gumanbarê cinayeta ku 2 sal berê derbarê wî de lêgerîn hebûye operasyonek pêk anîne.

Herwiha tê îdîakirin ku dema Ekîncî dîtiye cenderme hatine, bi motosîkletê xwestiye bireve û cendermeyan jî xwestine Ekîncî raweste lê wî hewl daye bireve û li ser ve yekê cendirmeyan gule berdane wî û di encam de Ekinci canê xwe ji dest daye.

Malbata Ekinci jî îdîa dike ku cendermeyan raste rast gule berdane wî û bi guleya ku li dilê wî ketiye canê xwe ji dest daye. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Çermûgê lêpirsîn daye destpêkirin.