Dr. Barzan Silêman: Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya kesên otîstîk ji 2011an vir ve bilindtir bûye

02-04-2023
RÛDAW
Dr. Barzan Silêman: Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya kesên otîstîk ji 2011an vir ve bilindtir bûye
Dr. Barzan Silêman: Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya kesên otîstîk ji 2011an vir ve bilindtir bûye
Nîşan Otîzm Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şareza û pisporê Otîzmê û rêveberê Navenda Sazkirina Axaftinê li Hesekê Dr. Barzan Silêman got, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hejmara nexweşên otîzmê ji sala 2011an vir ve zêdetir bûye.

Îro destpêka Hefteya Qebûlkirina Otîzmê ye ku salane di vê hefteyê de bal tê kişandin ser pirsgirêkên kesên ku otîstîk in.

Şareza û pisporê Otîzmê û rêveberê Navenda Sazkirina Axaftinê li Hesekê Dr. Barzan Silêman ji bo wan naxweşiyan, li bajarê Hesekê ji Rûdawê re destnîşan kir, li Herêma Cizîrê ji 3 hezar û 500 heta 4 hezar û 500 û li seranserî Sûriyê ji 40 hezar heta 50 hezar zarokên ku otîzm bi wan re heye hene.

Barzan Silêman behsa pîsbûna jîngehê jî dike ku sedemeke din e ji bo zêdebûna tûşbûna zarokan bi otîzmê, ji wan jî dûmana parzûngeh û rafîneriyên kevnar ên petrolê û otomobîl û jeneratorên elektrîkê.

Her wiha sedemên zikmakî ku bi rêya jinan ku ji kesekî tûşbûyî ji malbatê tê veguhestin bo zarokekî ji heman malbatê.

Astengî û zehmetî bêhtir vedigerin kêmbûna navend û kesên şareza û pispor di çareserkirina tûşbûyan de ji otîzmê.

Şareza û pisporê Otîzmê û rêveberê Navenda Sazkirina Axaftinê li Hesekê Dr. Barzan Silêman got, “Zarokên otîstik li Sûriyê bi giştî û li Cizîrê bi taybetî em dikarin têxin du qonaxan, yek a berî 2011an û yek jî ya piştî 2011an. Di qonaxa piştî 2011an rêjeya wê gelekî bilind bûye ji ber hinek sedeman. Yek ji wan sedeman derûnî ye, gelek pirsgirêk hene li pêşiya sazkirina van zarokan û dihêlin ku jiyana xwe bi rengekî normal derbas bikin.”

Li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, rêjeya otîzmê ji sala 2011yan ve, li gor salên berî wê, bilindtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst