RIHA - Berhemên çandiniyê li benda barana Nîsanê ne

02-04-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Berhemên Çandiniyê Nîsan Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Riha li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê zeviyên çandiniyê de, di rêza sêyem de ye. Cotkaran îsal li ser rûberê 4,4 milyon dekar erdê wê nîsk, genim û ceh çandine.  Berpirsên navçeyê ji rêjeya  barana meha Adarê razî û ji berhem jî bi hêvî ne...

Ahmet Eyûp, Serokê Odeya Çandiniyê ya Rihayê, dibêje, “Barana di meha Adarê de gelekî baş bû. Çavê me û cotkarên me ronî be. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne û li benda berhemekî baş in.”

Cotkar zeviyên xwe derman dikin, daku berhemekî baş jê wergirin. Lê ji derman zêdetir di van mehan de pêdivî herî zêdetir bi avê heye. Lewra pispor jî dibêjin, barana Nîsanê bo berhem gelek girîng e û barîna barana zêde di vê mehê de, dikare  rûyê cotkarên Rihayê bikenîne.

Prof.Dr. Mehemet Alî Çullu, Mamosteyê Fakûleta Çandiniyê ya Zanîngeha Herranê, dibêje, “Em dikarin wiha bibêjin eger di meha Nîsanê de baran bi rêkûpêk bibare, em îsal li benda saleke gelekî bi bereket in.  Ez hêvîdar im em pirsgirêkên sala 2021ê îsal qerebû bikin.”

Li parêzgeha Rihayê Îsal li ser 2 milyon û 500 hezar dekar erd genim hatiye çandin û tê çaverkirin 1.1 milyon ton genim bê berhemanîn. Herwiha li ser 1,2 milyon dekar erd jî nîsk hatiye çandin û tê texmîn kirin ji wir jî 150 hezar ton nîsk bên bidestixistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst