Li Rojavayê Kurdistanê zarokên karker

02-04-2021
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê zarokên karker
Li Rojavayê Kurdistanê zarokên karker
Nîşan Zarokên Karker Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa aborî ya xerab li Rojavayê Kurdistanê, rêjeya belavbûna zarokan li nava berma xaneyan zêde bûye.

Nivîsgeha parastina zarokan ya Qamişlo dibêje, ku li herêma Cizîrê 800 zarok hene ku karên giran dikin, lê hin rêxistin dibêjin, ku amar ji wê hejmarê bêhtire.

Zarokê bi navê Mihemed yê 10 salî, rojê 5 demjimêran bi destekî terikî, lekan ji paşmayên bajarê Qamişlo dide hev û li taxa El tey, difroşe kargeheke ji nû ve helandina lekan. Dê û bavê wî li erdê ne, 8 xwişk û birayî wî hene ku tenê ew û birayekî xwe jibo xwedîkirina malbatê hatine raspartin.

Zarokê karker Mihemed Leylî dibêje “Ez rojê 4 yan 5 saetan kar dikim, ez pilastîk kom dikim û li gor pilastîk ez para derdixim, carna 3 hezar  yan hezar û 500 , carna jî 2 hezaran.”

Li gorî amarên nivsîngeha parastina zarokan 800 zarok li Cezîra Rojavayê Kurdistanê, di karên cûda de kar dikin û ji mafê xwendibê bê par in, ev hejmareke tomarkiriye, lê di cadeyê de, hejmara zarokên karker ji wiha zêdetire xuya dibe.

Rêveberiya Xweser karkirina zarokên temen jêr 10 salî bi temamî qedexe dike û ji bo yên di navbera 10 û 18 salî de, şert û mercên li gor rêkeftina navdewletiya sala 1989an ya taybet bi mafê zarokan, destnîşan dike.

Berpirsê Nivîsgeha parastina zarokan Xalid Cebir got “karên pirtûkxane, dermanxane û elektironîk, rêpêdayî ye, ji 10 heya 15 salî, ji 15 heya 16 salî karên ku dikevin warê fêrkirinê de ne.”

Piştî civîna nivsîngeha parstina zarokan di şer de, bi encûmena cîbicîkar ya bakûr rojhilatî Sûriyê û desteya kar û karûbarên civakî re, biryara qedexekirina karên giran û kolandin û şevane hat dan.

Herwiha ji bo karkina her zarokekî pêwistî bi rezemendiya dê û bav û temamkirina qonaxa seretayî ya xwendinê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst