Krîstiyanên Tirbespiyê li Rojava cejna Ekîto pîroz dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta sersal nû an cejna Ekîto Siryan, Aşorî û Kildaniyên bajarokê Tirbespiyê yê Rojava yê Kurdistanê li gundê Til Cîhan bi mûzîk , sitran û gevendên filiklorî ahengên cejnê li dardixin.
Ji bilî Siryan, Aşûrî û Kildaniyan pêkheteyên din jî yên Rojava yê Kurdistanê di vê cejnê de beşdarin.
Êlîzabês Goriyê, Cîgira Serokê Meclisa Cibicîkar a Bakurrojavayê Sûriyê got “Em Ji xelkê Sûriyê re bi hemû pêkhatieyên xwe, dibêjin em bi hêvîne ev cejin an sala nû ji Yekê Nîsanê bibe jiyanek nû li gel nûjendina xuzayê û jiyanek nû ji bo mafê xelkê Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyeke demoqratîk ne navendî, û hêvîdarin destûra nû ya Sûriyê dan bi hemû pêkhateyên navçeyê bide”
Dîroka Cejna Ekîto vedigere 3 hezar sal berî zayînê, ser dema Sumeriyan, ji du hezar sal berî zayîn ve heta niha ji aliyê Siryan, Aşûrî û Kildaniyan ve hersal wek cejna serê sala nû tê bibîr anîn, ji yekê Nîsanê ve destpêdike û ji bo 12 rojan berdewam dike.
Iskender Endamê Koma Yarsûsa a Filiklorî jî dibêje “Wek partiya Yekîtiya Siryanî em çand û filiklora xwe pêşkêşdikin ,bi rêya hunerê , cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ji bo me dema pêkhateyên din jî li gel me beşdardibin”
Hejmara Siryan, Aşorî û Kildaniyan li Sûriyê berî despêkirina şerê navxwe di 2011an de, nêzîkî 30 hezar kes bûn ji hejmara giştî ya krîstiyanên Sûriyê ku ji 1 milyon û 200 hezar kesa pêkdihat, derdora 20 hezar kesî ji wan li navçeyên Rojava yê Kurdistanê diman û 10 hezar kes li bajarên din ên Sûriyê bûn wek, Homs, Heleb û Şamê.
Piştî êrîşên rêxistina DAIŞê ser navçeyên Rojava yê Kurdistanê di 2014 an û 2015an û piştre êrîşên grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ser bajarê Serê Kaniyê û Til Temirê di 2019an de, hejmareke mezin ji wan koçber û penaber bûn, piraniya wan berê xwe dan welatên wek Amerîka, Kanada, Awistralya û gelek welatên din ên Ewropa yê, niha ji wan tenê nêzîkî 300 kes li Rojava yê Kurdistanê dimînin.