Krîstiyanên Tirbespiyê li Rojava cejna Ekîto pîroz dikin

02-04-2021
RÛDAW
Krîstiyanên Tirbespiyê li Rojava cejna Ekîto pîroz dikin
Krîstiyanên Tirbespiyê li Rojava cejna Ekîto pîroz dikin
Nîşan Cejna Ekîto Tirbespiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta sersal nû an cejna Ekîto Siryan, Aşorî û Kildaniyên  bajarokê Tirbespiyê yê Rojava yê Kurdistanê li gundê Til Cîhan  bi mûzîk , sitran û gevendên filiklorî ahengên  cejnê li dardixin.

Ji bilî  Siryan, Aşûrî û Kildaniyan pêkheteyên din jî yên Rojava yê Kurdistanê di vê cejnê de beşdarin.

Êlîzabês Goriyê, Cîgira Serokê Meclisa Cibicîkar a Bakurrojavayê Sûriyê got “Em Ji xelkê Sûriyê re  bi hemû pêkhatieyên xwe, dibêjin em bi hêvîne  ev cejin an sala nû ji Yekê Nîsanê bibe jiyanek nû li gel nûjendina  xuzayê  û jiyanek nû ji bo mafê xelkê Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyeke demoqratîk ne navendî, û hêvîdarin  destûra nû ya Sûriyê dan bi hemû pêkhateyên navçeyê  bide”

Dîroka Cejna Ekîto vedigere 3 hezar sal berî zayînê, ser dema Sumeriyan, ji du hezar sal berî zayîn ve heta niha ji aliyê Siryan, Aşûrî û Kildaniyan ve hersal wek cejna serê sala nû tê bibîr anîn,  ji yekê Nîsanê ve destpêdike û ji bo 12 rojan berdewam dike.

Iskender Endamê Koma Yarsûsa a Filiklorî  jî dibêje “Wek partiya Yekîtiya Siryanî em çand û filiklora xwe pêşkêşdikin ,bi rêya hunerê , cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ji bo me dema pêkhateyên din jî li gel me beşdardibin”

Hejmara Siryan, Aşorî û Kildaniyan li Sûriyê berî despêkirina şerê navxwe di 2011an de, nêzîkî 30 hezar kes bûn ji hejmara giştî ya krîstiyanên Sûriyê ku ji 1 milyon û 200 hezar kesa pêkdihat, derdora 20  hezar kesî  ji wan li navçeyên Rojava yê Kurdistanê diman û 10 hezar kes li bajarên din ên Sûriyê bûn wek, Homs, Heleb û Şamê.

Piştî êrîşên rêxistina DAIŞê ser navçeyên Rojava yê Kurdistanê  di 2014 an û 2015an û piştre êrîşên grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ser bajarê Serê Kaniyê û Til Temirê di 2019an de, hejmareke mezin ji wan koçber û penaber bûn, piraniya wan berê xwe dan welatên wek Amerîka, Kanada, Awistralya û gelek welatên din ên Ewropa yê, niha ji wan tenê nêzîkî 300 kes li Rojava yê Kurdistanê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst