Cenazeyên 4 penaberên Kurdên Rojava îro digihin Hewlêrê

02-04-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Rojava Kurwatiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser erkê Hikûmeta Kurdistanê, cenazeyên her 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li Kurwatiya di bûyerekê de canê xwe jidest dabûn, îro bo Hewlêrê tên vegerandin, du ji wan li Başûrê Kurdistanê tên veşartin û 2 cenaze jî bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin.

Ew her 4 cenaze pêr 31ê Adara 2021 ji bo Balafirxaneya Zagreb, paytexta Kurwatiyayê hatibûn şandin.

Cenazeyên wan penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ji Zagrebê bi balafirekê bo Balafirxaneya Stenbolê tên veguhastin û piştre ji wir ve bo Hewlêrê tên şandin.

Dê cenazeyên Îbrahîm Sexîr, Mihemed Erfo bi rêya deriyê Pêşabûr - Sêmalka bo Rojavayê Kurdistanê bên vegerandin û dê li Dirbêsiyê û Dêrikê bên veşartin.

Herwiha cenazeyên Adil Reid li Hewlêrê û Mihemed Omer jî dê li Silêmaniyê bên veşartin.

Roja 22ê Adara îsal li Kurwatiya kamyoneke penaberan wergeriyabû û di encamê de 4 penberan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 penaber jî birîndar bibûn.

Piştî banga alîkariyê ya malbatên wan koçberan bi rêya Tora Medyayî ya Rûdaw, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ku cenazeyên wan li ser erkê xwe ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê bên vegerandin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 30ê Adara 2021 di daxuyaniyekê de ragihandibû, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî termên wan penaberan destpêkê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin û paşê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê tên kirin û li wir tên veşartin.

Rûdaw di dema bûyerê de ligel birîndarekî bûyerê yê bi navê Ednan Hesen axivîbû û wî ji Rûdawê re gotibû, ew ji Sirbiya bi qaçaxî diçûn Kurwatiyayê û wan xwe di nava kamyonekê de veşartibû, lê di nav axa Kurwatiya de kamyona wan werdigere û gelek koçber di bin kamyonê de dimînin.

Bi gotina Ednan Hesen, hemû penaberên di kamyona qelibî de xelkê Dêrik û Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûne û 2 zarok û 2 keç jî bi wan re bûne.

Polîsê Kurwatiyayê jî derbarê bûyerê de ragihandibû, bûyer li ser rêya Otostrad li nêzîkî sînorê Bosnayê li bajarokê Okocani yê Kurwatiyayê çêbûye ku 100 kîlometran ji paytexta wî welatî ji Zagrebê dûr e û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst