Nivşê Nû: Polîsê Silêmaniyê hewl dide Şasuwar Ebdulwahîd desteser bike

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Nivşê Nû ragihand, polîsê Silêmaniyê hewl dide Şasuwar Ebdulwahîd serokê vê tevegrê desteser bike.

Tevgera Nivşê Nû di daxuyaniyekê de ragihandiye, “li ser giliya Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê, biryara desteserkirinê ji bo serokê tevgerê Şasuwar Ebdulwahîd derketiye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “polîsan bi ser mala Şasuwar Ebdulwahîd de girtine, lê belê ew nehatiye desteserkirin.”

Şasuwar Ebdulwahîd ku di rojên destpêkê yên tomarkirina haletên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê de, nexweşxaneyeke taybet bi koronayê li Silêmaniyê vekiribû, herî dawî di daxuyaniyekê de gotibû, ku ti kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê neketiye û ew dikare wê yekê îsbat bike.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand ku “Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê li gor madeya 433 a yasaya sizadana Iraqê, li dijî Serokê Tevgera Nivşê Nû gilî tomar kiriye.”

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, biryara desteserkirina Şasuwar Ebdulwahîd hatiye dan, lê belê hêj nehatiye desteserkirin.