Li Efrînê çekdarên grûpa Emşat kalemêrekî 61 salî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah a ser bi Tirkiyê ve li bajarokê Şiyê yê Efrînê welatiyekî 61 salî girtin.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku roja Duşemê 1ê Nîsanê, çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah li bajarokê Şiyê welatiyek bi navê Mistefa Mihemed Ekaş girtine.

 

Li gor vê rêxistin, welatiyê navborî kalmêrekî 61 salî ye û kesekî cotkar e û berê ti pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser a Efrînê re jî nebûye.

 

Rêxistinê da zanîn ku çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah, ku bi grûpa Emşat jî tê naskirin, welatiyê navborî ji bo cihekî nediyar birine.

 

Li gor çalakvanên herêma Efrînê, grûpên çekdar girtina welatiyên bêguneh ên Efrînê ji xwe re kirine çavkaniyeke dahatê û wan welatiyên sivîl ên Efrînê li hember pere azad dikin.

 

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pêştir û ji sala 2013an ve ji aliyê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ve dihate birêvebirin, lê piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi vî welatî ve, ev herêm niha di jêr kontrola Artêşa Tirkiyê û çend grûpên çekdar de ye.