Asayişa Hewlêrê: Lêkolîn li ser teqekirina li avahiya Dozgeriya Giştî berdewam e

02-04-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Asayişa Hewlêrê Dozgeriya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê di derbarê bûyera teqekirina li avahiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

 

Di derbarê bûyera teqekirina li avahiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê, Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva bihorî kesekî gulleyên hewayî avêtine û li gor lêkolînên destpêkê di encamê de gulleyek li dîwarê nêzîkî bane avahiya Dozgeriya Giştî ketiye.”

 

Tariq Nûrî da xuyakirin ku lêkolîn di derbarê bûyerê de berdewam e û got: “Bi rêya kamêrayên çavdêriyê, em mijûlî lêkolînê ne daku wî kesî ku teqe kiriye, desteser bkin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst