Nêrîna xelkê Rojava derbarê dadgehkirina DAIŞiyan de

03-04-2019
RÛDAW
Welatên biyanî wergirtina çekdarên xwe red dikin
Welatên biyanî wergirtina çekdarên xwe red dikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê DAIŞ Dadgeh
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Xelkê Rojavayê Kurdistanê nerîna xwe li ser damezrandina dadgeheke navdewletî dibêjin û ew di wê baweriyê de ne ku baştirîn çareserî ewe ku her welatek çekdarên xwe werbigrin, û bela wan çekdaran ji ser Rojavayê Kurdistanê rakirn.

 

Bi hezaran çekdarên DAIŞê li ba HSDê girtî ne û daxwaza damezrandina dadgeheke navdewletî tê kirin.

 

Welatên biyanî wergirtina çekdarên xwe red dikin.

 

Welatiyeke Ereb ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê hemû ji derve hatine , armanca wan bi tenê dizî û talankirin bû, ji ber vê yekê baştirîn çareserî ewe ku werin dadgehkrin.

 

Welatiyeke din jî dibêje, nûperwerdekirina wan çekdaran dê bê encam be, ji ber ku bi gotina wî ciwanî, mejiyê wan çekdaran hatine şûştin û êdî ti çareserî ji bilî dadgehkirin û cezakirina wan çekdaran tuneye.

 

Firoşkarê bi navê Husam Simaîl dibêje: “Bila dadgeheke navdewletî were damezrandin, ji ber ku çekdarên DAIŞê xelkê revandin, xelkê kuştin, ya herî baş ev çekdaran li dadgeheke navdewletî werin dadgehkirin.

 

Karker Yezen Ebdelajî got: “Bila li dadgeheke dadperwerane werin dadgehkirin, ji bo ku wan dizî, kuştin talankirê encamdane, wan mala xelkê xerakirne, bila werin dadgehkirin.

 

Bazirgan Bextyar Resûl wiha axivî: “Ti bandoriya wê tune, divê werin dadgehkirin, divê werin dadgehkirin daku bibin nemûne ji bo kesên din, daku kesekî din wekî wan dernekevin.”

 

Şivan Hafiz Hemîd jî got: “Ti guhertin bi ser wan nayê, ji ber ku ew ji derve hatine, û armanca wan têkbirin û talakirine, bila werin dadgehkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst