Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) girtina endamê komîteya xwe ya navendî û girtin û binpêkirnên din li Efrînê şermezar kir.
Di daxuyaniyê ku kopiyek jê ji Rûdawê re hate şandin, PDK-S girtina endamê komîteya xwe ya navendî Hisên Îbiş û girtin û binpêkirnên din li Efrînê şermezar kir.
PDK-Sê, daxwaz kir ku yekser ew serbest werin berdan.
Li gor daxuyaniya PDK-Sê, desthilata niha ya li Efrînê, bi piştevaniya hikûmeta Tirkiyê xelkê digirin û bi awayekî eşkere mal û milkê wan li Efrînê talan dikin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hisên Îbiş û Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, roja 31ê meha derbasbûyî li ser destê polîsên serbazî yên desthilata Efrînê hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse