Li Mûşê civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê tenê rojek piştî hilbijartinên herêmî, civîn, xwepêşandan û civînên çapemeniyê heta 15 rojan hatin qedexekirin.

 

Walîtiya Mûşê duh Duşemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku civînên çapemeniyê, kombon û xwepêşandan li tevahiya vê parêzgehê hatine qedexekirin. Ragihandina qedexeyê li Mûşê di demekê de ye, ku tenê 2 roj bi ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re derbas bûye.

 

Di daxuyeniyekê de ku li ser malpera Walîtiya Mûşê hatiye belavkirin, tê gotin ku zanyarî di destê wan de hene ku dê ji aliyên rêxistinên terorîstî ve çalakiyên tevliheviyê li Mûşê bêne sazkirin, lewma biryara qedexekirina hemû core çalakiyên weke civîn, xwepêşandan, meş û civînên çapemeniyê tên qedexekirin.

 

Walîtiyê nedaye xuyakirin ku ew rêxistinên terorîstî kîjan alî ne.

 

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, biryara qedexeyê ji 01.04.2019ê dest pê dike û heta 15 rojan berdewam dike.

 

Di daxuyaniya Walîtiya Mûşê de wiha hatiye gotin: “Ji ber zanyariyên îstîxbaratî ku dê çalakiyên tevlîheviyê ji aliyê rêxistinên terorê ve bên kirin, bo vê mebestê jî dê civîn, xwepêşandan û civînên çapemeniyê bên sazkirin û di vê çarçoveyê de amadekariyên çalakiyan hene, ji ber vê yekê heta 15 rojan civîn, xwepêşandan û civînên çapemeniyê hatine qedexekirin.”