Sê roj şîn û tazî bo Dilovan Îdrîs Barzanî tê danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bo koça dawî ya birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê bi navê Dilovan Îdrîs Barzanî sê roj taziya wî dê bi rêve biçe.


Birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî îro Duşemê (02.04.2018) li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil  di 52 saliya xwe de koça dawî kir.


Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Îdrîs Barzanî cêwî bûn û herdu bira 21ê Îlona 1966an li herêma Barzan ji dayîk bibûn.


Dilovan Îdrîs Barzanî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê karûbarên civakî bû.

 

Derbarê vê mijarê de ofîsa Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek da.


Daxuyaniyek ji ofîsa Serok Mesûd Barzanî wiha ye:


“Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban


Piştî koça dawî ya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî ya îro 02.04.2018ê, ji gel û civaka xoştevî ya Kurdistanê û hemû aliyekê re em radigehînin ku şîn û taziyeya xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî ji roja sêşemê 03.04.2018ê ve bo sê rojan dê li bajarokê Selahedînê birêve biçe.


Demên birêveçûna şînê ji sibeyan demjimêr 09:00 heta berî nîvro 12:00ê”