Kurê Qazî Mihemed: Me kesatiyên hêja ji dest dan lê xebat berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) – Kurê Qazî Mihemed yekemîn serokê komara Kurdistanê ya li Mihabadê, Elî Qazî Mihemed ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvn Barzanî re şand.

 

Elî Qazî Mihemed ji ber ji dest dana Dilovan Barzanî, hevxemiya xwe ji Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re tîne ziman û dibêje: “Serokê hêja rêzdar Mesûd Barzanî, cenabê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, piştî silaveke germ, xema koça dawî ya Dilovan Barzanî di vê demê de em tûşî xemeke giran kirin”.

 

Elî Qazî herwiha dibêje: “Bêguman di nava Kurd bi giştî û malbata we ya rêzdar de bi taybetî, me herdem kesatiyên hêja ji dest dane, lê belê xebat û xizmeta we her berdewam bûye”.

 

Kurê Qazî Mihemed herwiha tekez dike, ji ber ku ew li Ewropayê ye, nikare bi xwe beşdarî di merasîma taziya Dilovan de bike û wiha dibêje: “Ez tevî hemû xem û xemgîniya xwe, şirkê xema we yê hêja me, mixabin ji ber ku ez li Ewropayê me, nikarim ku bême xizmeta we”.

 

Elî Qazî Mihemed di dawiya peyama de jî diyar dike: “Li ser navê xwe û hemû eşîreta Qaziyan, serxweşiyê li we dikim û hêvî dikim ku xema we ya dawî be. Bi îzna xwe dê cihê Dilovan Îdrîs Barzanî jî bihuşta ferah be”.