Qubad Talebanî: Dilovan Barzanî ji malbateke xebatkar bû

02-04-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Qubad Talebanî Serxweşî Dilovan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya wefata Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata Barzanî kir.

 

Qubad Talebanî di peyama xwe de serxweiyê li malbata Barzanî dike û dibêje, “bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya dilşewat û ji nişka vey a koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî gihîşte min, bi vê boneya xemgîn ez serxweşiyê arasteyê malbata we ya têkoşer dikim”.

 

Talebanî herwiha derbarê kesatiya Dilovan Barzanî de jî dibêje, “her çend ku me nasyariyeke zêde li gel xwedêjêrazî nebû, lê belê weke ku li cem hemûyan aşkere ye, kesatiyekî hezkirî û xemxorê milletê xwe bû, herdem rola pêkanînê di pirsên hestiyar de dîtiye, asayî ye ku ew taybetmendiyên baş di kek Dilovan de kom bibin, çimku ew kurê çehîd Îdrîs Barzanî yê nemir e, ku li gel bavê min Heval Mam Celal dostatî û pêwendiyeke xurt a netewî hebû. Herwiha xwedêjêrazî ji malbateke xebatkar a gelê me bû, ku di ber mafên rewa yên wê de gelek qurbanî dane û niha termê xwedêjêrazî li kêleka hezaran şehîdên malbata wî tê veşartin”.

 

Dilovan Barzanî 52 salî birayê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemiyê 2ê Nîsanê ci celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst