Feysel Yûsif li Qamişlo hat girtin

02-04-2018
RÛDAW
Nîşan Feysel Yûsif ENKS Qamişlo Girtin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Kordînatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê û endamê serkirdetiya giştî ya ENKSê li Qamişlo Feysel Yûsif hat girtin û ji bo cihekî nediyar hate birin.

 

Rêxistina DAD a mafê mirovan bi daxuyaniyekê ragihand ku berbanga îro 2yê Nîsanê çend çekdarên nenas Fêsel Yûsif revandine û ji bo cihekî nediyar birine.

 

Li gorî daxuyaniya Rêxistina DAD, Feysel Yûsif ji mala wî li bajarê Qamişlo hatiye revandin û çarenivîsa wî serkirdeyê Encumena Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ne diyar e.

 

Rêxistina DAD diyar kir ku berdewamiya girtina siyasetmedar û çalakvanan li herêmên Rêveberiya Xweser cihê mixabiniyê ye.

 

Rêxistina navborî bang li aliyên xwecihî û yên pêwendîdarê berevaniya mafê mirovan ên herêmî û cîhanî kir ku bi lez têkevin nava tevgerê ji bo ku çarenivîsa Feysel Yûsif bê aşkerekirin û yekser serbest were berdan.

  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst