Sedî Pîre: Mafê PKKê nîne li Başûrê Kurdistanê hikûmraniyê bike!

02-04-2017
RÛDAW
Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre
Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre
Nîşan Sedî Pîre YNK PKK Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê got; “Di dema xwe de ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê rê hate dayîn ji bo PKK li Başûrê Kurdistanê bimîne. Lê mafê PKKê nîne li Başûrê Kurdistanê hikûmraniyê bike.”

 

Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya radyo û televîzyona Rûdawê bû û derbarê geşedanên dawîn ên Kurdistanê û herêmê de, herwiha nexşerêya YNKê de axivî.

 

Sedî Pîre balkişande ser giringiya rêkeftina di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û got; “Eger aliyên siyasî li hev nekin ma dê çi bikin? Piştî şerê DAIŞê civaka navdewletî biryara xwe dide, namîne hêviya kurdan da ku di nav xwe de rêbikevin. Wê demê jî tiştek nakeve destê kurdan. Hingî em nikarin bêjin welatên cîhanê plangerî û dek û dolab li me kirin. Ji ber ku em bixwe amade nabin bersiv bidin guhertinan.”

 

Pîre derbarê civîna YNK û PDKê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de divê bê encamdan zanyarî dan û got; “Ev civîneke lezgîn e û li ser rûdana îro ya li Baxdayê an ku helwesta Parlamentoya Iraqê ya li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ye.”

 

Derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya li hember biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya liser Ala Kurdistanê de jî Sedî Pîre wiha got:

 

“Yek ji bingeha sereke ya avabûna Iraqê tifqaqî û hevsengî ye. Ew biryara li hember Ala Kurdistanê hate hildan ne di cîh de ye. Ew kesên li Kerkûkê li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê propagandayê dikin jî ne Kerkûkî ne.”

 

Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre nêrîna xwe ya derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê de jî diyar kir; “Di dema xwe de rê hate dayîn, ku PKK li Herêma Kurdistana Iraqê bimîne. Ev yek ji çareseriya pirsgirêka kurd li Bakûrê Kurdistanê bû. Lê mafê PKKê nîne li Başûrê Kurdistanê hikûmraniyê bike.”

 

Pîre herwiha got; “Divê em ji wan re bêjin, spasiya we dikin, we di şerê DAIŞê de alîkarî da me. Spas dikin, ku di dema valatiya rêveberiya Şingalê de hûn gihiştine hawarê û we liser sînorê Başûr û Rojava kamp ava kir. Lê guvaşeke pir mezin li ser Başûrê Kurdistanê ye, em van guvaşan ranakin. Werin em bi hevre vê mijarê çareser bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst