Wêranbûna Sûra Amedê bi hejmar û amarê bibînin!

02-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Sûra Amedê 20 otêl û nêzîkî 700 dikan û kargeh hatine girtin û 50 şîrketan jî karên xwe rawestandine. Herwiha zêdeyî 20 hezar kes koçber bûne û nêzîkî 10 hezar kes jî bêkar mane.

Operasyon û şer û pevçûnên li Amedê derbeyeke mezin li aboriya navçeyê daye. Li Sûrê ku berî şer, tûrîzm gelekî bipêş ketibû û cih di otêlan de nedima, niha 20 otêl hatine girtin. 55 kompanyayên ku di dema pêvajoya çareseriyê de hatibûn herêmê jî karên xwe rawestandin, bi hezaran kes bêkar mane.

Li Amedê herçiqas bi fermî operasyon bi dawî bibin jî lê dîsan car car şer di navbera hêzên ewlekariyê û şervanên YPSê de derdikeve û ev jî bûye sedem ku bi hezaran welatî koç bikin û bi hezaran jî bêkar bimînin.

Li Amedê ku di 2014-2015ê de 50 kompanya hatibûn damezrandin, di heyama nêzîkî salekê de hemû ji ber şer û operasyonan paşde vekişiyan. Ji vê hejmarê 26an ofîsên xwe yên li Amedê girtin û yên li ser kar jî yan karên xwe rawestandine yan jî pilanên xwe taloq kirine.

Li gor rapora hevbeş a Karsaz û Pîşesazên Diyarbekirê (DISIAD), Yekîtiya Odeyên Esnaf û Senatkaran (DESOB) û Odeya Bazirganî ya Pîşesazî ya Diyarbekirê, hêviyeke mezin hebû ku li Sûrê sektora tûrîzmê gelek bipêş bikeve, lê niha bi tevahî sekiniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst